NÛÇEYÊN KURDÎ

SERDEMA 28EMÎN A MECLÎSÊ WÊ ÎRO BI MERASIMA SONDÊ DEST PÊ BIKE

Li Meclîsê 28. Serdema Qanûn danînê îro dest pê dike. Di rûniştina ewil a ku wê bi serokatîya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bê kirin de wekîl wê bi dorê sond bixwin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî wê sibê sond bixwe. Erdogan wê beşdarê vekirina Meclisê bibe û wê merasima sondxwarinê bişopîne.  Merasîma sondxwarinê ya ku wê îro demjimêr di 14.00an de dest pê bike, tê payîn ku heta nîvê şevê bidome. Pêvajoya hilbijartina Serokatîya Meclîsê wê bi merasîma sondxwarina wekîlan dest pê bike.  Piştê ku Serokê Meclîsê bê hilbijartin, wê Dîwana Serokatîyê û komîsyon bên avakirin. Tê payîn ku Serokomar Erdogan roja şemîyê piştî sonda li Meclisê kabîneya xwe eşkere bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.