NÛÇEYÊN KURDÎ

DAXUYANÎYEK JI WERZÎŞVANÊ KU ŞIMAQ HAT AVÊTIN! “MIN BI ÎRADEYA XWE YA AZAD XWEST”

Li Navçeya Kayapinara Amedê, piştê Hilbijartina Parêzgeha Ciwanan a Tekwandoyê ya Tirkîyeyê, werzîşvan van û antrenorê daxuyanî dan.

DAXUYANÎYEK JI WERZÎŞVANÊ KU ŞIMAQ HAT AVÊTIN! “MIN BI ÎRADEYA XWE YA AZAD XWEST”

Li Navçeya Kayapinara Amedê, piştê Hilbijartina Parêzgeha Ciwanan a Tekwandoyê ya Tirkîyeyê,  werzîşvan û antrenorê daxuyanî dan. Îrem Pala ya 17 salî ku beşdarê bijarteyan bû, li hemberê rakîbê xwe têk çû û hat tasfiyekirin. Antrenor Orhan Baytekîn jî li ber çavên temaşavanan şimaq li werzişvanê dabû. Federasyona Tekwandoyê ya Tirkîyeyê ragihand ku di derbarê antroner de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Îrem Pala di derbarê mijarê de dîyarkir ku bûyer ji ber şaşfêmkirinê pêk hatiye. Pala wiha got; "Ev komployeke mezin e. Tenê ji 10-15 sanîyeyên dawî yên maçê hatiye weşandin, ne tevahîya maçê. Ez qebûl nakim ku antronerê min bi tu awayî tundîyê li min bike. Min bi îradeya xwe ya azad xwest ku antronerê min şimaq li min bide. Malbata min jî ji vê rewşê gilî nakin." Antrenor Orhan Baytekîn jî dîyarkir ku di dema maçê de Îrem Pala matmayî maye û ew bixwe xwestiye ku antronerê wê şimaqê lê bide.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.