NÛÇEYÊN KURDÎ

LI LICÊYÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ LI XEBATKARÊ TENDURISTÎYÊ

Li navçeya Licê ya Amedê, xizmên nexweşê ku ji ber ceyranê jiyana xwe ji dest da, êrîşê xebatkarên tenduristîyê kirin.

LI LICÊYÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ LI XEBATKARÊ TENDURISTÎYÊ

Li navçeya Licê ya Amedê, xizmên nexweşê ku ji ber ceyranê jiyana xwe ji dest da, êrîşê xebatkarên tenduristîyê kirin. Dema kesek hewl da ku ji pişta polîsan çekê bigire, agir pê ket û diwar qul kir. Xebatkarên tenduristîyê hewl dida ku xwe bi darbestê ku danîbûn ber derî biparêzin. Di bûyerê de ti kes birîndar nebû û hin xizmên nexweşê hatin binçavkirin. Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca, di derbarê êrîşê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û wiha got: "Xizmên welatîyekî me yê ku ji ber şoke ceyranê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Licê ya Amedê, mixabin serî li şîdetê dan. Kesek ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hat binçavkirin û li nexweşxaneya me tedbîrên ewlehîyê hatin zêdekirin. Çiqas di bûyera şîdeta tenduristîyê ya li Licêyê de ti birîndar tune ne be jî, bandor li me kirin. Kesên ku meyla sûcan dikin re bi bîr tînim: Ji bo sûcdarekî tundîyê meha borî 8 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hat birrîn."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.