NÛÇEYÊN KURDÎ

DBP: EM Ê LI DIJÎ ŞERAN AŞTIYÊ BIQÊRIN

Lijneya Birêvebirina Navendî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP MYK) derbarê 1’ îlonê ya Roja Aştîya Cîhanê de daxuyanîya nivîskî weşand.

DBP: EM Ê LI DIJÎ ŞERAN AŞTIYÊ BIQÊRIN

Lijneya Birêvebirina Navendî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP MYK) derbarê 1’ îlonê ya Roja Aştîya Cîhanê de daxuyanîya nivîskî weşand.

Di daxuyanîya ku ji hemû hêzên demokrasîyê re hate kirin de dîyar kirin ku: “Almanyaya Nazîyê di 1’ê îlonê ya 1981’an de bi dagirkirina Polonyayê şer da destpêkirin û di şeran de teqrîben 70-85 milyon mirov jîyana xwe ji dest da, bi milyonan meriv rastî qetlîaman hatin. Lijneya Giştî ya Koma Miletan sala 1981’ê ku ew roja destpêka şerê giran bû, wek Roja Aştîya Cîhanê îlan kir. Di roja îro de nexasim li Rojhilata Navîn de “Şerê Cîhanê ya Sêyem” didome. Dewletan hê jî ji xwe re dijminan çêdikin û civakan dixin ducemserîyê de. Li rojhilatanavîn, di serî de welatên wek Sûrîye, Iraq û Afganîstan tê de, bi midaxeleya hêzên derve ji alîyê çandî, aborî, sîyasî û civakî ve, pirsgirêkên gelek mezin dijîn. Em dupat dikin ku em ê her tim têkoşîna aştî û demokrasîyê li dijî faşîzm û hemû bêedaletîyan mezin bikin. Ji bo ku di vê civakê de aştî pêk were çi şert û merc pêwîst be em ê ji bo wan bixebitin. Her wiha em bang li hêzên ked û demokrasîyê dikin bila têkoşîna birêxistinî mezin bikin.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.