NÛÇEYÊN KURDÎ

DBP: EM LI PIŞT HELWESTA LEYLA GUVEN IN

Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), bi daxuyanîyek nivîskî bertek nîşanê cezayê girtîgehê yê ku ji Leyla Guven re hat birrîn, dan.

DBP: EM LI PIŞT HELWESTA LEYLA GUVEN IN

Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), bi daxuyanîyek nivîskî bertek nîşanê cezayê girtîgehê yê ku ji Leyla Guven re hat birrîn, dan. Di daxuyanîyê de hate dîyarkirin ku ti alîyê qanûnî yê biryarê tine ye û wiha hate gotin; "Tevê ku li Rojhilata Navîn îsyana jinan a li dijî zîhnîyeta serdest a mêr roj bi roj zêde dibe, cezayê ku li hevala me Leyla Guven hatîye dayîn, zîhnîyeta ku daraza mêr a di bin kontrola qesrê, derdixe holê. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya ku ji axaftina jineke siyasetmedar ditirse, difikire ku wê bi darê zorê yên ku diaxivin û yên li dijî wê ye bitirsîne. Hevala me Leyla Guven a ku di girtîgehê de ji berxwedana xwe tawîz neda, nîşan da ku ev xeletîyeke mezin e. Leyla, Aysel, Gultan, Fîgen, Sebahat, Nagihan û Jîna Amînî yên ku bi qîrîna xwe ya 'Jin, Jiyan, Azadî' li dijî zilmê serî hildan, wê tu carî serî li ber fermana we ya tirsê netewînin. Em li pişt helwesta Leyla Guven a ku ji bo çareserîya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkîyeyê bi taybet pirsgirêka Kurd, jîyana xwe ji bo siyaseta demokratîk terxan kirîye û ji bo azadîya jinê têdikoşe, li pişt gotinên wê yên ku sîyaseta demokratîk esas digire, radiwestin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.