NÛÇEYÊN KURDÎ

LI OTOGARA AMEDÊ JI SEDÎ 65 ZEM HAT SER KIRÊYA DIKANAN

Hat diyarkirin ku li Otogara Amedê, ji aliyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve ji sedî 65 zem li kirêya dikanan hat kirin.

LI OTOGARA AMEDÊ JI SEDÎ 65 ZEM HAT SER KIRÊYA DIKANAN

Hat diyarkirin ku li Otogara Amedê, ji aliyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve ji sedî 65 zem li kirêya dikanan hat kirin. Esnafê Otogara Amedê ji ber vê zema zêde û fahîş bertek û nerazîbûn nîşandan. Li gorê nûçeya rojnameya Tîgrîsê, kontrata zêdekirina kirê ya ku di 7ê Mijdarê de hatibû amadekirin ji teref Şaredarîyê ve ji esnafên Otogara Amedê re hat ragihandin. Di peyman û kontrata nû ya kirê de wiha hatîye îfade kirin; " kirê ya we ya niha 11 hezar û 405 lîre û 8 quruş û KDV ye, lêbelê ji niha û pê ve wê kirêya we li gor daneyên TUÎKê bi zêdûba ji sedî 65,26an kirêya we, wê bibe 22 hezar û 322 lîre û 4 quruş.” Lêbelê, bi zêdebûnê re, bihayê kirêya nû li gorî mezinbûn û biçûkbûna dikanan diguhere.  Zêdekirina kirê ya nû ku wê di sala nû de destpêbike, bû sedema berteka esnafê otogarê.   Dikandarên otogarê diyar kirin ku rêjeya zêdekirina kirê par ji sedî 17 bû, û daxwaz kirin divê zem û zêdekirina kirê bi awayekê maqûl bê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.