NÛÇEYÊN KURDÎ

DEDAŞ, BI ŞERTÊ KU JI SENDÎQAYÊ ÎSTÎFA BIKIN KARKERAN LI KARÊ WAN VEDIGERÎNE

DEDAŞ'ê kedkarên ku ketine grevê û ji kar avêtibûn, bi şertê ku ji sendîqaya endamê wê ne îstîfa bikin wê li karê wan vegerîn e.

Karkerên Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAS) çalakîyên xwe yên ku di 21'ê Tîrmehê de ji bo başkirina mûçe û şert û mercên xebatê, mafên xwe yên şexsî û mafê sendîkalbûnê dabûn destpêkirin didomînin.

Karkerên ji kar hatine avêtin yek ji wan Cîhan Gungor, di daxuyanîya xwe ya ku dabûn Artî Gerçekê de, dîyar kir ku ji DÎSK Enerjî Sen'ê ya ku karkeran dest bi rêxistinbûnê kiribûn, hin karker îstifa kirin û dîsa li kar hatin vegerandin.

Gungor wiha berdewam kir: “Dixwazin me di nava xwe de ji hev biqetînin. Karmendên ku ji nû ve li kar hatine vegerandin jî şertê îstîfakirina ji sendîqayê dane ber wan.

Karkerên endamê sendîkayê, li kar nayên vegerandin. Ji ber vê yekê hejmara me hinekî kêm e. Çalakîyên me yên li dijî van neheqîyan wê bidomin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.