NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HATAYÊ DI SALVEGERA ERDHÊJÊ DE DIRÛŞMÊN “ÎSTIFA”

Wezîrê Tenduristîyê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê yên ku li Hatayê beşdarê bîranîna salvegera erdhêjên 6ê Sibatê bûn, hatin protestokirin.

LI HATAYÊ DI SALVEGERA ERDHÊJÊ DE DIRÛŞMÊN “ÎSTIFA”

 

Wezîrê Tenduristîyê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê yên ku li Hatayê beşdarê bîranîna salvegera erdhêjên 6ê Sibatê bûn, hatin protestokirin.

 

Di erdhêja Mereşê ya ku di 6ê Sibata 2023an de pêk hat de zêdetirê 53 hezar welatî jîyana xwe ji dest dan. Li Hatayê ku yek ji bajarên ku erdhêj herî zêde wêranî lê pêk hat, di saet 04:17an de gel bi qurenfîlan deqeyek rêz girt.

 

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca û Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê yê CHPyî Lûtfu Savaş ên ku beşdarê bîranînê bûn bi sloganên "îstifa" û bertekeke mezin hatin protestokirin. Savaş û Wezîr Koca bi zor ji nava qerebalixîyê û cîhê bîranînê derketin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.