NÛÇEYÊN KURDÎ

DEDAŞÊ ELEKTRÎKA 3 MIZGEFTAN QUT KIR!

Hat diyarkirin ku Elektrîka 3 mizgeftên Amedê yên ku nikarin fatûreya ceyranê bidin, ji alîyê (DEDAŞ) ve hatîye birîn.

DEDAŞÊ ELEKTRÎKA 3 MIZGEFTAN QUT KIR!

Hat diyarkirin ku Elektrîka 3 mizgeftên Amedê yên ku nikarin fatûreya ceyranê bidin, ji alîyê (DEDAŞ) ve hatîye birîn.

DEDAŞ'ê bi hinceta "Deynê ceyranê nedaye" ceyrana Mizgefta Bedir a Navçeya Baglara Amedê, Mizgefta Hacî Muhammed û Mizgefta Salos a li Taxa Sûrê qut kir. Serokê Şaxa Amedê ya Diyanet-Senê Omer Evsen diyar kir ku metrekup gaza xwezayî li mizgeftan bi 9 lîreyan tê dayîn. Evsen diyar kir ku ji ber fatûreyên bilind qutkirina xaza xwezayî dê li mizgeftan dest pê bike û wiha got; "Nabe ku mizgeft wek kargeh bê dîtin." Evsen, bal kişand ku mesref û lêçûnên germkirin û sarkirina mizgeftan û qursên Qur'anê ji ber werastkirinên qanûnî ji aliyê cemaetê ve tê dayin. Cemaeta ku bi zehmetîyek mezin debara malên xwe dikin, ji ber ku heqê fatûreyên mizgeftan û qursên Quranê didin, êdî şerpez bûnin û di ber e nagihêjin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.