NÛÇEYÊN KURDÎ

DEDAŞ: JENEROTOR WÊ BÊN QEYDKIRIN

Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) ya Amedê 6 meh berê dîyarkiribû ku divê elektrîka ku ji jeneratoran tê hilberandin, ji "nirxên pîvana xerckirina hevpar" bê hesabkirin.

DEDAŞ: JENEROTOR WÊ BÊN QEYDKIRIN

Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) ya Amedê 6 meh berê dîyarkiribû ku divê elektrîka ku ji jeneratoran tê hilberandin, ji "nirxên pîvana xerckirina hevpar" bê hesabkirin. DEDAŞ’ê piştê 6 mehan di derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyanîya DEDAŞ'ê ya li ser mijarê de wiha hat gotin; “Biryar hat girtin ku prosedûrên lîsansê yên jeneratoran bi dawî bibe û xebatên qebûlkirin û guhertina jeneratorê bên kirin. Ji bo vê jî divê kesên daxwazkar di qonaxa sazkirina jeneratoran de û qeydkirina jeneratorên heyî û yên nû hatine bicihkirin, serî li şirîketa me bidin. Vehuherandina wan jî bi awayekî li gor teknîkê wê ji raya giştî re bê ragihandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.