NÛÇEYÊN KURDÎ

LI LICÊ JI BO KURSA QUR’ANÊ DARÊN HEWŞA MIZGEFTÊ HATIN JÊKIRIN

Li navçeya Licê bi hinceta avakirina Kursa Quranê, darên li hewşa mizgeftekê hatin jêkirin û ev yek bû sedema bertekan.

LI LICÊ JI BO KURSA QUR’ANÊ DARÊN HEWŞA MIZGEFTÊ HATIN JÊKIRIN

Li navçeya Licê bi hinceta avakirina Kursa Quranê, darên li hewşa mizgeftekê hatin jêkirin û ev yek bû sedema bertekan.

Li hewşa Mizgefta Canturkê ya li Navçeya Kelwanê ya Navçeya Licê ya Amedê, bi hinceta ku wê Kursa Qur'anê bê ava kirin, bi talîmata Miftîyê Navçeyê Dîndar Basma darên guz, kerpîç, zeytûn û hinarê hatin birîn.

Di nûçeya DîyarbekirYenigunê de Îhsan Ekînceyê ku ji cemaeta mizgeftê ye, bertek nîşanê qetlîama daran da û wiha got: “Em biryara ku miftîyê navçeyê ku bi serê xwe bêyî ku bi cemaeta mizgeftê bişêwire wergirtîye, şermezar dikin.

Jêkirina darên li hewşa mizgeftê nayê qebûlkirin. Heger ji bo qursa Quranê dixwazin qadekê vekin, dikaribûn darên heman dar ji kokê de rakirana û li dereke din şên bikirina. Lê ev yek nekirin. Jêkirina daran a bi maşîneyê nayê qebûl kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.