NÛÇEYÊN KURDÎ

SANCAR: NAVBERA ME Û DEMÎRTAŞ DE TENÊ DIWARÊN ZÎNDANÊ HEYE

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar dîyar kir ku cûdayîya wan û Hevserokê berê Selahattîn Demîrtaş tenê dîwarên girtîgehê ne.

Sancar ji rojnameya Dîwarê pirsên Nêrgiz Demîrkayê bersivand û dîyar kir ku armanca wan ew e ku giraniyeke hejmarî û siyasî ya ku biryarên li Meclîsê dîyar bike jî çêbikin û got; "Li jêr ji sedî 15 wê ji bo me ne serkeftin be."

Sancar pirsa; Di navbera Demîrtaş û HDPê de nakokî heye? Wiha bersivand, “Dibe ku di navbera me û hevalê me Selahattîn Demîrtaş de cudahî hebin.

Ger ew niha ne di girtîgehê de bûya, ger ew di lijneyan de bûya, em dizanin ku cihê me yê nîqaşê pir zêde bû. Ev rewş jî pir xwezayî ye.

Dibe ku di navbera me û Demirtaş de cudahî hebin; ev rast e. Lê cudahiya sereke ya di navbera me de dîwarên zîndanê ne.

Li gor ku ez jê fêmdikim, Demirtaş destek daye polîtîkayên siyaseta partiyê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.