NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DÊREZORÊ YA SÛRÎYEYÊ PEVÇÛN! 25 MIRÎ, 42 BIRÎNDAR

Hat îdiakirin ku di pevçûnên ku li bajarê Dêrezorê ya Sûrîyeyê dîsa dest pê kirin de, herî kêm 25 kes mirin.

LI DÊREZORÊ YA SÛRÎYEYÊ PEVÇÛN! 25 MIRÎ, 42 BIRÎNDAR

Hat îdiakirin ku di pevçûnên ku li bajarê Dêrezorê ya Sûrîyeyê dîsa dest pê kirin de, herî kêm 25 kes mirin.

Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) dîyar kir ku komên ku rêveberîya Şamê piştgirîya wan dike, Çemê Firatê derbas kirine. Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Îngilîstanê ye, ragihand ku 25 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Hate dîyarkirin ku li hinek bajarokan ku bajaroka Zîban a nêzî sînorê Iraqê jî di nav de ye, qedexeya derketina derve ya bê dem û li hin cihên din jî qedexeya demkî ketîye merîyetê.

Di daxuyanîya SOHR’ê de hat îdiakirin ku 3 jê endamên HSDê 25 kes mirine û 42 kes jî birîndar bûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.