NÛÇEYÊN KURDÎ

DEM PARTÎ BAJARÊN KU WÊ NAMZET DERXE EŞKERE KIR

Berdevka Partîya Gelan a Wekhevîyê û Demokrasîyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, biryarên duh di civîna Desteya Rêveberîya Navend (MYK) ya partîya xwe de hatin girtin û ku wê namzetên xwe yên li Rojava destnîşan bikin, eşkere kir.

DEM PARTÎ BAJARÊN KU WÊ NAMZET DERXE EŞKERE KIR

Berdevka Partîya Gelan a Wekhevîyê û Demokrasîyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, biryarên duh di civîna Desteya Rêveberîya Navend (MYK) ya partîya xwe de hatin girtin û ku wê namzetên xwe yên li Rojava destnîşan bikin, eşkere kir.

Dogan bal kişand ser biryarên ku ji bo Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adara 2024an hatine girtin û wiha got: "Tiştên ku bi zorê ji destê me hat standin em ê carek din bi dest bixin." Dogan destnîşan kir ku ew ê hemû şaredarîyên ku qeyûm lê hat tayînkirin bi vîna gel bînin cem hev û dîyar kir ku ew ê destkeftîyên nû bi dest bixin. Dogan di daxuyanîya xwe de wiha got: "Ji bo partîya me hilbijartin ji hilbijartina herêmî wêdetir e. Tiştên ku bi zorê ji destê me hat standin, şaredarîyên ku qeyûm tayînê wan hatine kirin, em ê carek din bi dest bixin. Destkeftîyên nû bi dest bixin.

Em ê di bin navê partîya xwe de bi muzakere û tifaqên cuda rêya xwe bidomînin." Dogan dîyar kir ku divê bajar bi bajar tifaqên hilbijartinê çêbibin û wiha got, "DEM Partî rêxistineke sîwan e, li ser vê bingehê derîyê me ji her kesê ku dixwaze bi me re di nava azadî û têkoşînê de bimeşe vekirîye." Dogan, anî ziman ku ew ê bi avakirina hêzan pêş bikevin û dîyar kir ku ew ê li bajarên Edene, Antalya, Mêrsîn, Stenbol, Aydin, Konya, Kocaelî, Îzmîr, Manîsa, Çanakkale û Tekîrdagê bi giştî li 27 navçeyan namzetan nîşan bidin. Her wiha hat ragihandin ku dema serlêdana namzetîyê hatîye dirêjkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.