NÛÇEYÊN KURDÎ

DEM PARTÎ DI CIVÎNA XWE YA LI MECLÎSÊ BI KURDÎ Û 5 ZIMANÊN DIN KIR

DEM Partî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê de civîna Koma Meclîsê bi gelek zimanan li dar xist.

DEM PARTÎ DI CIVÎNA XWE YA LI MECLÎSÊ BI KURDÎ Û 5 ZIMANÊN DIN KIR

 

DEM Partî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê de civîna Koma Meclîsê bi gelek zimanan li dar xist.

 

Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê de Hevserokê Giştî yê Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partîya xwe ya Meclîsê de bi Kurdî axivî. Bakirhan, anî ziman ku ji roja avabûna Komarê heta niha zextên li ser Kurdî zêde bûne û got, “Îro li cîhanê bi qasê 7 hezar ziman tên axaftin.

 

Ji sedî 90ê van ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletan winda bûne. 100 sal berê li Tirkîyeyê 20 ziman dihatin axaftin. Lê 18 ji wan winda bûn. Nivîskarek dibêje, 'Zimanê min ê dayîkê çermê min e û zimanên din cilên min in.' Em jî dibêjin zimanê me yê zikmakî ne tenê çermê me ye, di heman demê de rih û canê me ye.

 

” Bakirhan, anî ziman ku Tirkîye di nava 100 salan de veguherîye goristana ziman û got, “Ji damezrandina Tirkîyeyê heta niha zextên li ser Kurdî bi dawî nebûne. Lazî, Suryanî, Çerkezî û gelek zimanên din ji holê hatin rakirin. Di nava 100 sal de ev welat veguherîye goristana çand û ziman. Me bi hezaran kaset û pirtûkên Kurdî di bin axê de veşartin.

 

” Bakirhan anî ziman ku, “Em ne li dijî dersên hilbijartî ne” û axaftina xwe wiha doman, “lê belê em ji van nîqaşên di sedsala 21’an de şerm dikin, Bi gulek bihar nayê. Zimanê zikmakî mafê mirovan e. Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.” Di civînê de bi zimanên Suryanî, Zazakî, Erebî, Lazî û Ermenî jî daxuyanî hatin dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.