NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO TESLÎMKIRINA LÎSTEYÊN NAMZETÊN PARTÎYAN SIBE DAWÎ YE

Ji bo Hilbijartina Giştî ya Rêveberîya Herêmî ya ku wê di 31'ê Adarê de bê lidarxistin 41 roj man, li gorî salnameya hilbijartinê, partîyên siyasî wê herî dereng sibe saet 17:00'an lîsteyên namzetên xwe pêşkêş bikin.

Lîsteyên namzetan ên demkî ku namzetên serbixwe jî di nav de hene, wê di 23'ê Sibatê de bên eşkerekirin û dema îtirazkirina lîsteyan jî wê di heman rojê de dest pê bike. Lîsteyên dawî yên namzetan wê di 3'ê Adarê de bên eşkerekirin.

Li gorê Salnameya Hilbijartinê, cîh û sindoqên dengdanê yên hilbijêran hatine dîyarkirin û ji 29ê Sibatê ve dest bi tomarkirin û belavkirina pelên zanyarîyên hilbijêran dike. Belavkirina pelên agahîyên hilbijêran wê di 24ê Adarê de biqede. Partîyên sîyasî wê heta 22’ê Sibatê di lîsteyên namzetan de kêmasîyên xwe temam bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.