NÛÇEYÊN KURDÎ

DEMÎR: JI BO KU BIBÊJIN JÎYAN ASAYÎ BÛYE DIBISTAN VEKIRIN

Serokê Egîtîm Sen a Şaxa Semsûrê Abdullah Demîr, dîyar kir ku her çend li Semûrê 400 dibistan xisar dîtine jî vekirina dibistanan hewldana hikûmetê ya bibêjin jîyana li herêmê vegreyîya asta asayî û normal.

Li Semsûrê ya ku di erdheja 6ê Sibatê ya li Mereşê pêk hat de wêranîyeke mezin çêbû û zêdeyî 11 hezar kesan jîyana xwe ji dest dan, berîya ku kavilên avahîyan bên rakirin di 24ê Nîsanê de li dibistanan perwerdehîyê ji nû ve dest pê kir.

Demîr, dîyar kir ku berîya binesazîyê bê amadekirin dibistan hatin vekirin û wiha got, "Binêrin, em welatekî pir bi hêz in, di nava felaketeke wiha de jî em zû xwe xilas dikin, her tişt vegerîya normalê" û got, "Lê belê divê ev yek nebe armanc.

Ji ber ku berîya perwerdehîyê divê pirsgirêkên zarokan ên pêşîn bên çareserkirin.

Ev zarok bi çi hal û hewayê beşdarê dersê dibin û çiqas dikarin hewcedarîyên wan ên xurek û stargehê bi cih bînin? Berîya her tiştî divê ev pirsgirêk bên derbaskirin.

Divê tenê ji bo gotina “me vekir” dibistan neyê vekirin. Dema ku em di warê dêûbav, mamoste û xwendekaran de binirxînin, pirsgirêk derdikevin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.