NÛÇEYÊN KURDÎ

TKDF: DI SALA 2023AN DE 438 JIN HATÎYE QETILKIRIN

TKDF dîyarkir ku di sala 2023an de 438 jin hatîye qetilkirin û xilasbûna ji zîhnîyeta ku jinê wek ferd nabîne, bi perwerdehîya ji temenê herî biçûk de mimkun e.

TKDF: DI SALA 2023AN DE 438 JIN HATÎYE QETILKIRIN

Federasyona Komeleyên Jinên Tirkîyeyê (TKDF) ragihand ku di sala 2023’an de 438 jin hatine qetilkirin.

 

Li gorê rapora TKDF'ê ya sala 2023'an; Ji van jinan 196 bi çekê, 86 bi amûrên jêkirinê, 36 jin bi ketina ji bilindahîyê, 17 jin jî bi xeniqandinê hatine kuştin. Sedema mirina 103 jin weke 'gumanbar' hat qeydkirin.

 

Di daxuyanîya TKDF'ê de; “Ev tundîya mêrên herî nêzê me ji newekhevîya zayendî tê. Xilasbûna vê pêvajoya ku ji hêla zîhnîyeta ku jinê weke ferd nabîne hatîye afirandin, ji temenê herî biçûk de bi perwerdehîyê mimkun e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.