NÛÇEYÊN KURDÎ

DEMÎRTAŞ DERBARÊ EYT’Ê DE DAXUYANÎ DA

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, derbarê werastkirin û rakirina sînordarkirina temen ya EYT'ê daxuyanî da.

DEMÎRTAŞ DERBARÊ EYT’Ê DE DAXUYANÎ DA

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, derbarê werastkirin û rakirina sînordarkirina temen ya EYT'ê daxuyanî da.

Piştê ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wan astengîya emir û temenî ya li pêşîya EYTyê ku bi milyonan welatî li benda wê bûn rakirine, Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha parve kir; “Yên ku bi salan ji bo EYT’ê li ber xwe dan wêneyê ‘Em ê tavilê bi dest bixin’ xêz kirin. Serkeftin û silav. Yek ji dengê pêşeng ê vê berxwedanê jina leheng Gonûl Boran pîroz be. Niha du kesên din ên teqawîtbûnê heq dikin hene, ji bo teqawidkirina wan jî berxwedanê bidomînin.” Demîrtaş, derbarê daxuyanîyên Wezîrê navxweyî Suleyman Soylu ku ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê dabû de jî wiha got, "Dema ku Soylû îmamoglû hedef digre ev tiştekî pir di cîhde û rast e ku şaredarê bajarê Amed Selçûk Mizrakli wek nimûne nîşan dide. Soylu dibêje, "Çawa ku me li dijî Şaredarîya Bajarê Amedê komplo pêk anî û qeyûm tayîn kir, em ê heman tiştî li Stenbolê jî bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.