GÜNDEM

DEMÎRTAŞ: JI BO NAMZETÎYÊ REWŞA MIN YA HIQÛQÎ NE GUNCAW E

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku şandeyek ya HDP’ê bi Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş re li ser namzedîya serokkomarîyê gotûbêj kirine

DEMÎRTAŞ: JI BO NAMZETÎYÊ REWŞA MIN YA HIQÛQÎ NE GUNCAW E

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku şandeyek ya HDP’ê bi Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş re li ser namzedîya serokkomarîyê gotûbêj kirine.

Di daxuyanîya HDP'ê ya derbarê hevdîtinê de wiha hate gotin; "şandeyek partîya me di 26'ê Çile de bi Hevserokê me yê serdema berê Selahattîn Demîrtaş re li ser namzetîya Serokkomarîyê li Girtîgeha Edîrneyê hevdîtinek pêk anîbû. Di hevdîtinê de Demîrtaş ji şandeyê re spas kir û dîyar kir ku rewşa wî ya hiqûqî ji bo namzetîyê ne guncaw e û tekez kir ku ew ê piştgirîya xebata partîyê di vî warê de bike. Demîrtaş anî ziman ku ew ê li pişt navê ku wê weke namzetê Tifaqa Azadîya Kedê derkeve, bisekine û careke din anî ziman ku ew bi biryar in ku xebatên hilbijartinê bidomînin û bi partîyê re bi awayekî herî bi bandor xebatên xwe bimeşînin. Rêveberîya partîya me jî ji ber vê nêzîkatîyê spasê wî kir û lihevhatina li ser berjewendîya xebata hevpar xurtir kir.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.