GÜNDEM

DEMÎRTAŞ: ME BIRYARA PIŞTGIRÎYA ERDOGAN BIDA EZ Ê LI SERAYÊ BÛMA

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku niha di girtîgehê de ye, ji T24'ê bersiv da pirsên Cansu Çamlîbel.

DEMÎRTAŞ: ME BIRYARA PIŞTGIRÎYA ERDOGAN BIDA EZ Ê LI SERAYÊ BÛMA

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku niha di girtîgehê de ye, ji T24'ê bersiv da pirsên Cansu Çamlîbel.

Demirtaş got, "Eger em îro biryar bidin ku em ê piştgiriyê bidin Erdogan, sibê zû wê min ji vir bi helîkoptera Serokomariyê bibin koşk û serayê, û ez ê li wir firavînê bixwim. Lê ez wek xwe ketim vir û ez ê ji vir wek xwe jî derkevim. Her wiha weke min soz dabû keça xwe ya biçûk, ez ê xwarina xwe jî li mala xwe bixwim.” Demirtaş di nirxandina xwe ya li ser namzetê serokomariyê yê HDP'ê û îhtimala namzediya hevpar a bi Maseya Şeşalî re jî wiha anî ziman, “HDP digel navên tê gotin re gelek navan dinirxîne. Lê heta niha navekî teqez bûye tune ye. Piştê ku hevalekî me yê ku bi her awayê vê wezîfeyê hilgire bibe namzet ji bo min ne pirsgirêke. Ji xwe yê biryarê dide jî ne ezim. Xwedîyê biryarê gel e û namzedê ku gel lê xwedî derkeve ew namzedê min e jî.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.