NÛÇEYÊN KURDÎ

DEMÎRTAŞ: WE HÊJ SÎLE NEDÎTÎYE, LI BENDA SINDOQAN BIN, EM Ê NÎŞANÊ WE BIDIN!

Hevserokê berê yê HDP'ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş bertek nîşanê lêdana polîsan a Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu da.

Nobeda Edaletê ya ku do li Kadikoya Stenbolê ji aliyê malbatan ve ji bo serbestberdana nexweş û mehkûmên ku înfaza wan hatîye şewitandin hat lidarxistin, rastê mudaxeleya tund a polîsan hat û gelek kes hatin binçavkirin. Di çalakiyê de polîsek sîle li Parlamenterê berê yê Şirnexê û Hevserokê Stenbolê HDPê Ferhat Encû xist. Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê bûyera sîle lêdanê de daxuyanî da. Demîrtaş wiha dibêje, "Ev desthilatdariya ku di nava qirêjî û sûcê de ye, ev demeke dirêj e ku sînorên xwe derbas kiriye. Bêguman wê Kurd vê êrîşa li hemberê dayikên me û sîleya li Ferhat Encû hatîye xistin ji bîr nekin. We heta niha sîleyek nedîtiye. Li benda sindoqan bin, em ê nîşanê we bidin!"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.