NÛÇEYÊN KURDÎ

DENGDANA GAZE YA LI KENY’YÊ CARA ÇAREMÎN HAT TALOQKIRIN

Dengdana li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li ser pêşnûmaya biryarê ya derbarê alîkarîyên mirovî yên li Gazeyê da, ku li ser wê muzakere hatin kirin, lê li hev nehat kirin, cara çaremîn hat taloqkirin.

DENGDANA GAZE YA LI KENY’YÊ CARA ÇAREMÎN HAT TALOQKIRIN

 

Li gorê agahîyên ji çavkanîyên Neteweyên Yekbûyî hatin dayîn, dihat payîn ku dengdana li ser pêşnûmeya biryarê duh bi şev bihata kirin.

Nûnera Daîmî ya Amrîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield dîyar kir ku ger biryarname were qebûlkirin wê alîkarîya mirovî ji kesên hewcedar re bê dayîn û heke pêşnûmeya biryarê bi guhertinên ku daxwaz kirine bê pêşkêşkirin wê piştgirîyê bidin.

Lê dengdana ku li bendêbûn şeva borî nehat kirin û cara çaremîn hat paşxistin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.