NÛÇEYÊN KURDÎ

DERÎYÊ SÎNOR A REFAH VEBÛ, KARWANÊ ALÎKARÎYÊ DERBASÊ GAZEYÊ BÛ

Hat ragihandin ku Derîyê Sînor ê Refahê yê li ser sînorê Gaze-Misir hat vekirin û karwanê alîkarîyên mirovî dest bi derbasbûnê kir.

DERÎYÊ SÎNOR A REFAH VEBÛ, KARWANÊ ALÎKARÎYÊ DERBASÊ GAZEYÊ BÛ

Hat ragihandin ku Derîyê Sînor ê Refahê yê li ser sînorê Gaze-Misir hat vekirin û karwanê alîkarîyên mirovî dest bi derbasbûnê kir.

Derîyê Sînor ê Refahê ku di navbera Misir û Gazeyê de ye û kamyonên alîkarîyê bi rojan li benda derbasbûna wê ne, hat vekirin. Di daxuyanîya ku ji alîyê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta girêdayê HAMASê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku "alîkarîya mirovî ya bingehîn" a Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji sînorê Misirê derbasê Gazeyê bûye.

Karwanê alîkarîyê ji 20 kamyonan pêk tê û tenê derman, malzemeyên tibî û hinek jî xwarinê hildigirin. Her çend nayê zanîn wê heta kengî derî vekirî bimîne jî, ji bo 20 kamyon derbasê Gazeyê bibin lihevkirinek hatibû kirin. Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên alîkarîyê dîyar dikin ku ev yek ji ya pêwîst kêmtir e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.