NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ŞAMÊ ÊRÎŞA BOMBEYÎ! 6 MIRÎ, 23 BIRÎNDAR

Li Şamê ya paytextê Sûrîyeyê, bombeya ku li motosikletê hatibû bicîh kirin teqîya. Di encamê gelek mirî û birîndar hene.

LI ŞAMÊ ÊRÎŞA BOMBEYÎ! 6 MIRÎ, 23 BIRÎNDAR

Li Şamê ya paytextê Sûrîyeyê, bombeya ku li motosikletê hatibû bicîh kirin teqîya. Di encamê gelek mirî û birîndar hene.

Li gor nûçeya ajansa fermî SANAyê ya rêveberîya Şamê, do êvarê li herêma Seyîd Zeyneb a Şamê bombeya ku li ser motorsîkletekê hatibû bicihkirin teqîya. Hat dîyarkirin ku di teqînê de 6 kesan jîyana xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne.

 Hat ragihandin ku ji zêdebûna hejmara mirîyan bi fikar in. Li gor rapora SANA`yê, heya niha ti kesî berpirsatîya êrişê negirtîye ser xwe. Ji alîyê din ve, komên çekdar ên bîyanî yên ku Îran piştgirîya wan dike, li herêma Seyîd Zeyneb a paytext Şamê kom bûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.