NÛÇEYÊN KURDÎ

GERGERLÎOGLÛ DI DOZA KU LI DIJÎ MECLÎSÊ VEKIRIBÛ DE BI SER KET

Parlamenterê Partîya Çepên Kesk yê Kocaelîyê Omer Farûk Gergerlîoglû, doza ku ji bo mûçeya xwe ya parlamenterîyê ya ku dema di hepsê de bû nestendibû werbigre vekiribû qezenc kir.

Gergerlîoglû dema ku di serdema 27'an de wekîlê HDP'ê bû, ji ber betalkirina parlamenterîyê ketibû girtîgehê û piştê biryara binpêkirina mafan ya Dadgeha Destûra Bingehîn dîsa vegerîyabû wezîfeya xwe ya parlamenterîyê.

Gergerlioglu ji bo mûçeya parlementerîyê ku heyama di girtîgehê de bû ne stendibû werbigre, li 17. Dadgeha Îdarî ya Enqereyê li dijî Meclîsê doz vekir.

Dadgehê serlêdana Gergerlîoglû ya ji bo dayîna mûçeyê ew mafdar dît û biryar da ku mûçe li gel faîza qanûnî lê were vegerandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.