GÜNDEM

DERBARÊ 15 PROFESOR Û DOÇENT ÊN ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ DE LÊPIRSÎN

Derbarê 15 Profesor û doçentên ku li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dixebitin de lêpirsîn hat destpêkirin.

DERBARÊ 15 PROFESOR Û DOÇENT ÊN ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ DE LÊPIRSÎN

Derbarê 15 Profesor û doçentên ku li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dixebitin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gor nûçeya Ferît Aslan a ji Medyascopê, li ser gilîyên ku profesor û doçentên ku li Zanîngeha Dîcleyê erkdarê hindekarîyê ne û li navenda bajêr cîyê tedawîya xusûsî vekirine û di saetên xebatê de nehatine zanîngehê, lêpirsîn hatîye kirin. Der barê 15 profesor û doçentên ku hat dîtin ku di saetên divê li nexweşxaneyê bûna li cîyê tedawîya xusûsî ye, vekolîn hat dest pê kirin û rapor hat girtin. Ji alîyê Dekanê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ve lêpirsîn hat vekirin ku di nav de akademîsyenên ku rektorê berê Prof. Dr. Talip Gul jî heye. Di encama lêkolînê de hat dîyarkirin ku wê derbarê 15 profesor û doçentan de tedbîr bên girtin. Rayedarên zanîngehê jî dîyar kirin ku ji ber gilî û gazincên zêde wê kontrol zêde bibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.