NÛÇEYÊN KURDÎ

MAÇA AMEDSPOR-AFYONSPOR WÊ BÊ TEMAŞEVAN BÊ LÎSTIN

Amedspor, vê heftê di maça xwe ya bi Afyonsporê re wê bê alîgir û temaşevan derkeve sehayê.

MAÇA AMEDSPOR-AFYONSPOR WÊ BÊ TEMAŞEVAN BÊ LÎSTIN

Amedspor, vê heftê di maça xwe ya bi Afyonsporê re wê bê alîgir û temaşevan derkeve sehayê.

Amedspora ku di lîga duyemîn ya  Koma Spî ya Federasyona Fitbolê ya Tirkîyeyê de di berxwe dide, di 26emîn hefteyê de wê roja Şemîyê Afyonsporê bikin mêvan.

Piştê maça Rihayê, ji ber bûyerên ku rû dabûn Amedspora ku cezayê maçek bê alîgir û temaşevan lê hatibû birîn, wê vê hefteyê jî bê alîgir û temaşevan bilîzin.

Serokê Klûba Amedsporê Selahattîn Yildirim wiha got: "Ji endamên me yên Lijneya Şêwirmendîya Bilind re ku di bûyerên li Bûrsayê qewimîn de me bi tenê nehiştin, ji rêxistinên me yên sivîl, ji sendîkaya werzîşê ya bingehîn, ji çapemenîya me re ku çav û guhên me ye û ji alîgirên me yên ku her dem li her derê wekî zilamê 12emîn piştgirîya me dikin re spas."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.