GÜNDEM

LI SÊRTÊ CIWANEK JI QATÊ 6AN DE KET XWARÊ Û JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Sêrtê ciwanê ku bi nexweşîya epîlepsîyê ye ji şaneşîna mala xwe de ket xwarê û jîyana xwe ji dest da

LI SÊRTÊ CIWANEK JI QATÊ 6AN DE KET XWARÊ Û JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Sêrtê ciwanê ku bi nexweşîya epîlepsîyê ye ji şaneşîna mala xwe de ket xwarê û jîyana xwe ji dest da. Li navenda Sêrtê nexweşê epîlepsîyê Tayyîp Taner Ozekîncî (19) ku li qata 6emîn a apartmanekê dijî, hat îdîakirin ku hevsengîya xwe winda kirîye û ketîye xwarê.

Ozekîncî yê ku bi giranî birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Sêrtê û digel hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku piştê otopsîyê wê sedema teqez a mirina Ozekîncî eşkere bibe. Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.