NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ AXAFTINA ERDOGAN Û BIDEN DE DAXUYANÎ HAT DAYÎN

Derbarê axaftina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amrîkayê Joe Biden de ji hêla Qesra Spî ve daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn.

DERBARÊ AXAFTINA ERDOGAN Û BIDEN DE DAXUYANÎ HAT DAYÎN

 

Li gorê daxuyanîyê, her du rêber rewşa dawî ya Gazeyê ku êrîşên Îsraîlê lê berdewam dike, gotûbêj kirin û li ser girîngîya zêdekirina alîkarîyên mirovî bo herêmê û parastina sivîlên li Gazeyê li hev kirin.,

Biden, piştgirîya xwe ya ji bo Îsraîlê dubare kir. Di hevdîtinê de girîngîya bihêzbûna Yekîtîya NATOyê jî hat destnîşankirin û Biden bendewarîya xwe ya ji bo Swêd demildest beşdarê Yekîtîyê bibe parve kir.

Her wiha di daxuyanîyê de ev jî hat gotin: "Serok Biden, piştgirîya xwe ya ji bo gavên avaker ên di navbera Tirkîye û Yewnanîstanê de nîşan da."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.