NÛÇEYÊN KURDÎ

DI 5 MEHAN DE 844 KES JI BER KORONA JÎYANA XWE JI DEST DA YE

Wezareta Tenduristîyê derbarê rewşa dawîn a koronayê de daneyên 5 mehên dawîn ragihand.

DI 5 MEHAN DE 844 KES JI BER KORONA JÎYANA XWE JI DEST DA YE

Wezareta Tenduristîyê derbarê rewşa dawîn a koronayê de daneyên 5 mehên dawîn ragihand.

Li gor daneyên Platforma Agahdarîyê ya Covît-19 ya girêdayê Wezareta Tenduristîyê, hejmara kesên bi koronayê ketine derket 17 milyon û 232 hezar û 66 kesan. Hejmara kesên ji ber koronayê jîyana xwe ji dest dane jî derket 102 hezar û 174 kesan.  Di 5 mehên dawîn de hejmara nexweşan bû 252 hezar û 945 kes. Di vê navberê de hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane bû 844 kes. Li gor vê yekê di Mijdara 2022'an de hejmara kesên bi kovîtê ketibûn bû hezar û 574, hejmara mirîyan jî bû 181 kes.  Di Kanûna 2022'an de hejmara kesên bi kovîtê ketibûn 88 hezar û 705, hejmara mirîyan jî 252 kes bûn. Di meha Çile ya 2023yan de 43 hezar û 811 kes bi koronayê ketin û 231 kes jî bi koronayê jîyana xwe ji dest dan. Di Sibata 2023yan de jî 15 hezar û 511 kes bi koronayê ketin û 95 kes jî bi koronayê mirin. Di Adara 2023an de jî 31 hezar û 54 kes bi koronayê ketin û 85 kesan jî, jîyana xwe ji dest dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.