GÜNDEM

LI GELEK BAJARAN BINÇAVKIRINA FÎNCANCÎ HAT PROTESTOKIRIN

Li dijî binçavkirina Seroka Yekîtiya Tabîpên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncancî li gelek bajaran protesto hatin kirin. Li Amedê gelek sendîka û saziyên sivîl li ber avahiya Odeya Tabîban daxuyanî dan.

Seroka Odeya Tabîban a Diyarbekirê Elîf Turan di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: "Digel ku ji bo îfadeyê bihata gazîkirin wê biçûya îfadeyê, binçavkirina bi vî rengî nayê qebûlkirin."

Tûran got, "Ya ku li Fîncancî hat kirin, ne tenê binpêkirina azadiya raman û îfadeyê ye, di heman demê de êrîşeke li dijî parêzvanên mafên mirovan e."

Turan diyar kir ku ew weke rêxistinên ked û pîşeyî lînç û pêkanînên derhiqûqî yên li hemberî Fîncanci qebûl nakin û xwest piştî îfadeya xwe da û pê ve tavilê serbest bê berdan.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku awayê binçavkirina Fincanci ne hiqûqî ye û mafê wê yê îfade û ramanê hatiye binpêkirin.

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, diyar kir ku wê Fîncancîyê bi tenê nehêlin û divê tavilê serbest were berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.