NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BIHAYÊ ZÊDE YÊ KIRÊ Û BARKIRINÊ RE BERTEK HAT NÎŞANDAN!

Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê derbarê piştê erdhejê zêdebûna bihayê kirêya xanîyan de daxuyanîyeke çapemanîyê da

JI BIHAYÊ ZÊDE YÊ KIRÊ Û BARKIRINÊ RE BERTEK HAT NÎŞANDAN!

Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê derbarê piştê erdhejê zêdebûna bihayê kirêya xanîyan de daxuyanîyeke çapemanîyê da

Hevserokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê yê şaxa Hejmara yekê Zulkuf Guneş ku metna daxuyanîyê xwend, wiha got, “Navenda me ya krîzê raporên tund werdigirin ku kirêya xanîyan du qat bûye û şîrketên barkirina xanîyan jî biha zêde kirine. Em bang li hemû kesên ku hewl didin karesatê veguherînin firsendê dikin, tavilê dest ji vê helwestê berdin.” Berdevkê Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr Dogan Hatun jî derbarê mijarê de hişyarî da û got, "Navê hemû şîrketan di destê me de ye. Em naxwazin li vê bajarê alozî çêbibe. Ez bang li hemûyan dikim. Divê tavilê dev ji xeletîyên xwe berdin. Careke din bila xwîna van mirovan nemêje. Ez careke din bang li hemûyan dikim, ger ew vê helwesta xwe berdewam bikin emê wan teşhîr bikin û serî li dozgerîyê bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.