NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BER DÎYAR GALERÎA YA AMEDÊ DI SAET 04:17AN DA BÎRANÎN

Di salvegera erdhêjên 6'ê Sibatê de, li Amedê li ber Dîyar Galerîa ku 89 kes jîyana xwe ji dest dabûn, bîranînek hat lidarxistin.

LI BER DÎYAR GALERÎA YA AMEDÊ DI SAET 04:17AN DA BÎRANÎN

 

Li Amed a ku ji ber erdhêjên 6ê Sibata 2023an ku navenda wê Maraşê bû, 7 avahî ku 1 jê vala bû hilweşîyan û 414 kes jîyana xwe ji dest dan.

 

Di merasîma bîranînê de saet di 04:17 de gelek sazîyên sivîl, partîyên sîyasî û gelek welatiyan li herêmê di bin mijê de qerenfîl danîn û mûm pêxistin.

 

Di daxuyanîyên piştê kêlîya rêzgirtinê de wiha hat gotin, "Em bûn şahid ku çawa hemû welatîyên li 10 bajaran dijîn ji alîyê dewletê ve bê xwedî man.

 

" Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku erdhêj tiştek xwezayî ye, ne pêkan e ku pêşî lê were girtin û wiha hat bilêvkirin, “lê dibe ku zirara wê ya mirovî bê kêm kirin.

 

Her çend Tirkîye di nava erdhêjê de cîh bigire jî, mixabin bi salan ji ber îhmalkirin, nebicîhanîna erka xwe, lihevkirina bêrêtîyê, ferasetên sîyasî yên rantê, Tirkîye veguherandîye goristaneke vekirî."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.