NÛÇEYÊN KURDÎ

“DERBARÊ ERDHÊJÊ DE DANEYÊN FERMÎ NE XELETE, LÊ KÊM E!”

Pisporên Tiba Edlî û dozgerên ku li herêma erdhejê dixebitin îdia kirin ku daneyên hejmara miriyan ji hejmarên heyî gelekî kêmtir in.

“DERBARÊ ERDHÊJÊ DE DANEYÊN FERMÎ NE XELETE, LÊ KÊM E!”

Pisporên Tiba Edlî û dozgerên ku li herêma erdhejê dixebitin îdia kirin ku daneyên hejmara miriyan ji hejmarên heyî gelekî kêmtir in.

Li gor daneyên fermî, di erdhejên navenda Mereşê de li 10 bajaran 31 hezar û 643 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dozgerê ku li herêma erdhejê dixebitin û pisporên edlî diyar kirin ku daneyên fermî ne xelet in lê belê kêm in. Li gor nûçeya Seyhan Avşar a Halk TVyê, Parêzer Coşkun Atîlgan ê li Hatayê gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest da ye, diyar kir ku divê kesên ku cenazeyên wan ji bin xirbeyan hatine derxistin bibin yekîneya li Narlicayê hatiye avakirin û wiha got, “Pêdivî ye ku ji bo wênekêşandinê û wergirtina belgeya veşartinê wê bibin wir. Ger hûn cenazeyê xwe nebin wir an jî hûn nikaribin bibin, ji hêla teknîkî ve xizmên we sax xuya dikin. Daneyên fermî ne xelet in, lê belê kêm tên dîyar kirin. Dema ku kavil bên rakirin û jiyana normal bibe, hejmara rast a mirinan dikare were diyarkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.