NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ HERIKANDINA ERD A ÎLÎÇÊ DE BAROYA AMEDÊ: JI JÎYANA MIROV Û XWEZAYÊ RE RÊZ BIGIRE

Baroya Amedê di daxuyanîya xwe ya ji bo 9 karkerên ku piştê herikandina erd a di kana zêr a navçeya Îliç a Erzînganê de di binê axê de mabûn de dîyar kir ku divê di lêpirsînê de berpirsyar bên eşkerekirin.

DERBARÊ HERIKANDINA ERD A ÎLÎÇÊ DE BAROYA AMEDÊ: JI JÎYANA MIROV Û XWEZAYÊ RE RÊZ BIGIRE

 

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi sernavê "ji jîyan û xwezayê re rêz bigire" de wiha got: "Li gorê daxuyanîyên ewil ên fermî di encama herikandina axê ya di kana li navçeya Îlîç a Erzînganê de 9 karkerên me di bin axê de man.

Herikandin her wiha metirsîya karesatek jîngehê çêkir ku ger axa bi derman bi çemê Firatê re tevlihev bibe, wê bandorê li mîlyonan kesan bike. Berê jî gelek caran bal hat kişandin ser felaketên muhtemel û hat xwestin ku xebatên di kanê de bi dawî bibin.

Lê belê weke her car kesên têkildar li hemberê van îtîraz û hişyarîyên derbarê xetereyan de xemsar man. Wek Baroya Amedê; Em hêvîdar in ku karkerên di bin axê de mane di zûtirîn dem de werin rizgarkirin û em hêvî dikin ku tedbîrên pêwîst ji bo ku bûyer veneguhere karesata jîngehê, bêne girtin û lêkolîn berfireh û bi hûrgilî bê kirin û berpirsên wan bên tespîtkirin."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.