NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WENDAYAN LI AQÛBETA OSMAN BÛLÛTTEKÎN PIRSÎN

Xizmên Wenda û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 707’emîn de di çalakîya heftane ya bi dirûşma “Bila wenda bên dîtin û faîl bên darizandin” de aqûbeta Osman Bûlûttekîn ku di sala 1995’an de bi zorê ji malê hatibû girtin û piştre tu agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Endamê Komîsyona Wendayan a Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Firat Akdenîz kurtejîyana Osman Bûlûttekîn xwend û wiha got: “Bûlûttekîn li Emnîyetê dergevan bû. Bûlûttekîn di 23’yê tebaxê ya 1995’an de li navçeya Pasûrê li malê bû. Bûlûttekîn ji alîyê 4 kesên çekdar ve ji mala ku ew tê de bû hate girtin. Ji wê rojê û pê ve jê tu agahî nehat standin.” Akdenîz dîyar kir ku malbat ji bo ku jê agahîyeke bistînin her tişt kirine lê tu encam negirtine. Piştê xwendina kurtejîyana Osman Bûlûttekîn çalakîya rûniştinê ya deqeyekî çêbû û çalakîya vê hefteyê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.