NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ NEÇÊKIRINA RÊYA KOMA SATÎ DE PIRSNAME HAT DAYÎN

Parlamenterê DEM Partî yên Amedê Serhat Eren, derbarê Rêya Koma Satî ya ku salek e nayê asfaltkirin de pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê kir. Eren xwest ku Wezîr Ozhasekî bersiv bide.

DERBARÊ NEÇÊKIRINA RÊYA KOMA SATÎ DE PIRSNAME HAT DAYÎN

Derbarê asfalta Rêya Koma Satî ya 11 kîlometre ya ku di nav sînorên Şaredarîya Sûrê ya Amedê de ye û ji alîyê 33 gundan ve tê bikaranîn, berîya salekê ji bo ji nû ve bê çêkirin hatîye rakirin û ji wê demê ve rê nehatîye çêkirin de, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

 

Ji ber nakokîya di navbera Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredarîya Sûrê de, ji ber rêya ku ji nû ve nehatiye asfaltkirin, welatî mexdûrîyeke mezin dibînin.

 

Parlamenterê Amedê yê Partîya Gelan Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) Serhat Eren, ji Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî xwest ku bersivê bide û wiha pirsî;

“Ma rast e 1 sal e Rêya Koma Satî nehatîye çêkirin? Kîjan şaredarî ji çêkirin û temîrkirina rê berpirsyar e? Sedema ku 1 sal e rêya taxê nehatîye asfaltkirin çî ye? Wezareta we ji bo çareserkirina pirsgirêka rê bi lezgînî însiyatîfekê pêk bîne?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.