GÜNDEM

DERBARÊ PIRSGIRÊKA TÎRYAKÊ YA LI AMEDÊ PIRSNAMEYA PARLEMENTO

Di derbarê zêdebûna bikaranîna tiryakê ya li Amedê, bi taybetî di nav ciwan û zarokan de pirsname pêşkêşê Meclîsê hat kirin.

DERBARÊ PIRSGIRÊKA TÎRYAKÊ YA LI AMEDÊ PIRSNAMEYA PARLEMENTO

Di derbarê zêdebûna bikaranîna tiryakê ya li Amedê, bi taybetî di nav ciwan û zarokan de pirsname pêşkêşê Meclîsê hat kirin.

Parlamenterê Partîya Çepên Kesk a Amedê Serhat Eren, piştê raporta li ser têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên hişbirê ku herî dawî ji alîyê Baroya Amedê ve hat aşkerakirin, bi daxwaza Alîkarê Serokê Giştî Cevdet Yilmaz bersiv bide, pirsname pêşkêşê meclîsê kir.

Eren di pirsnameya xwe ya parlementoyê de wiha dipirse, "Ji bo ku li Amedê li dijî sûcên 'Çêkirin û bazirganîya hişbir an jî madeyên teşwîqkar' û 'hêsankirina bikaranîna tiryakê yan jî madeyên teşwîqkar' ên li Amedê tedbîran bigirin hûn çi dikin?

Wek ku ji raporê jî tê dîtin li Amedê roj bi roj pirsgirêka tiryakê zêde dibe.  Gelo hêzên înfazê yên li Amedê li hember sûcên narkotîkê tedbîrên têr digrin an na?

Li Amedê zêdebûna rêjeya bikaranîna tiryakê, bi taybetî jî di nav ciwan û zarokan de sedema wê çi ye?

Wezareta we heta niha li ser vê yekê lêkolîn kirîye an na?

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.