NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ QEZAYA LI NÎZÎPÊ QEWIMÎ DE JI BO AJOKAR 22 SAL HEPS TÊ XWESTIN

Derbarê qezaya trafîkê ya ku li Dîlokê qewimî bû de ji bo ajotvanê otobusê 22 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

DERBARÊ QEZAYA LI NÎZÎPÊ QEWIMÎ DE JI BO AJOKAR 22 SAL HEPS TÊ XWESTIN

Derbarê qezaya trafîkê ya ku li Dîlokê qewimî bû de ji bo ajotvanê otobusê 22 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Li Dîlokê piştî bihîstin ku qeza çêbû ye gelek hemwelatî û ekîbên tenduristîyê çûbûn devera qezayê. Di wê heyamê de otobusa rêwîyan li kesên çûbûn hewara qezayê qewimîbû, di encamê de 16 kesan jîyana xwe ji dest dabûn. Derbarê qezayê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û der heqê ajotvanê otobusê de ji 22 sal û heta 23 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Nîzîpê, der barê otobusa rêwiyan a şîrketeke geştiyariyê ya ji Amedê, li kesên çûbûn hewara qezayê qewimîbû temam bû. Îdîanameya ku der heqê ajotvan gumanbar Abdulkadir M.  bi daxwaza 22 sal û nîvan cezayê girtîgehê ya bi sûcê "Ji ber îhmalkariyê bûye sedema mirin û birîndarkirina gelek kesan" ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Nîzîpê ve hat qebûlkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.