NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ SÎLEYA POLÎS LI ENCÛ’YÊ HDP’YÎ DABÛ DE LÊPIRSÎN

Walîtîya Stenbolê ragihand ku derbarê sîleya ku polîs li hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encû dabû de lêpirsîn dane destpêkirin.

DERBARÊ SÎLEYA POLÎS LI ENCÛ’YÊ HDP’YÎ DABÛ DE LÊPIRSÎN

Walîtîya Stenbolê ragihand ku derbarê sîleya ku polîs li hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encû dabû de lêpirsîn dane destpêkirin.

Malbatên girtîyan û rêveberên HDP’ê ji bo girtîyên nexweş û girtîyên berdana wan hatîye taloqkirin bên berdan li navçeya Kadikoya Stenbolê meş li dar xistin. Polîsna mudaxeleya meşê kir. Di kêlîya êrişê de polîsek heqaret li Encu kir û şîmaq avêt Hevsrokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Ferhat Encû.  Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Stenbolê ve hat dayîn de Ferhat Encû wek F.E hatîye binav kirin de wiha hat gotin, “Derbarê kesê bi navê F.E. de derketibûn holê ku hewl dida nehêle asayîş peywira xwe pêk bîne û heqaret li polîsan dike. Her wiha derbarê dîmenên ku di dema binçavkirina F.E de derketîye holê de lêpirsîn hatîye destpêkirin û wekê din jî derheqê 70 kesên ku bê destûr xwepêşandan li dar xistibûn de pêvajoya girtinê hatîye kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.