NÛÇEYÊN KURDÎ

LI MYANMARÊ ÊRÎŞ LI DEVERA KONSERTÊ HAT KIRIN: 50 MIRÎ, 100 BIRÎNDAR

Hat diyarkirin ku li Myanmarê li herêma Kansiyê ya Kaçînê ji teref artêşa cûdaxwaz ya Kaçînê ve bi 2 balafirên şer li ser konserekê êrîş hat kirin û sivîl hatin hedef girtin.

Berdevkê artêşê Albay Naw ragihand ku di êrîşê de herî kêm 50 kes hatine kuştin û nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.

Şahidên bûyerê îdia kirin ku leşkeran rê nedan ku kesên birîndar rakin nexweşxaneyan.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Myanmarê jî diyar kir ku; êrîşa ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li dijî sivîlên bêçek hatiye kirin nayê qebûlkirin û divê berpirsyar bên ceza kirin.

Rêxistina Efwûyê ya Navnetewî jî beyanat da û got: "Divê artêş tavilê destûrê bide da ku alîkariyên tenduristî û mirovî bighêje sivîlên ku li herêma êrîş lê hatiye kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.