NÛÇEYÊN KURDÎ

JI KREDÎYA VEGUHERÎNA BAJÊR WÊ KIRÊDAR JÎ SALEKÊ JÊ SÛD WERBIGRIN

Wezîrê Xezîne û Darayî Nûredîn Nebatî derbarê kredîya veguherîna bajaran de daxuyanî da.

JI KREDÎYA VEGUHERÎNA BAJÊR WÊ KIRÊDAR JÎ SALEKÊ JÊ SÛD WERBIGRIN

Wezîrê Xezîne û Darayî Nûredîn Nebatî derbarê kredîya veguherîna bajaran de daxuyanî da.

Nebatî dîyar kir ku hejmara îqamet, kargeh, malên gund û nexweşxaneyên ku li seranserê Tirkîyeyê pêvajoya înşakirina wan dest pê kirîye gihîştîye 56 hezar û 323yan û wiha got, "Em sînorên piştgirîya ku ji bo veguherîna bajaran a avahîyên di bin xetereyê de ne jî zêde dikin.  Bi saya tevkarîya ku em ê bidin welatîyên me wê bi 0,79 ferqa sermayê heta milyonek û 250 hezar lîre ji kredîya veguherîna bajaran sûd werbigirin. Ji bilî xwedîyê xanîyan, kirêdarên ku salekê di avahîyên bi xesar de manin wê bikaribin ji heman kredîyê sûd werbigrin. Di heman demê de ji bo bihêzkirina avahîyan em pakêtek deyn bi şert û mercên guncan pêşkêş dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.