NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ ŞERÊ LI BISMILÊ DE HEJMARA GIRTÎYAN DERKET 6AN

Li Bismilê derbarê şerê ku 9 kes tê de hatibû kuştin, hejmara kesên hatine binçavkirin derket 6 kesan.

DERBARÊ ŞERÊ LI BISMILÊ DE HEJMARA GIRTÎYAN DERKET 6AN

Li Bismilê derbarê şerê ku 9 kes tê de hatibû kuştin,  hejmara kesên hatine binçavkirin derket 6 kesan.

Di çarçoveya lêpirsîna ku li navçeya Bismilê ya Amedê di navbera du malbatan de, şerê çekdarî derket û di encamê de 9 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn, yek ji birîndaran M.A. ku dermankirina wî ya li nexweşxaneyê bidawî bû, A.A. û gumanbarekî ku navê wî nehat hînbûn, îro piştê îfadeyê ji alîyê dadgehê ve hat girtin.

Li gor nûçeya DHA'yê, hat ragihandin ku hejmara kesên hatin binçavkirin derket 6'an, pêvajoya binçavkirinê ya 9 kesan berdewam dike. Hat ragihandin ku li 14 kesên ku biryara binçavkirinê heye jî lêgerîn hatîye kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.