NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ XWEKUŞTINA BIJÎJKAN DE LÊKOLÎNA MECLÎSÊ HAT XWESTIN

Parlamentera DEM Partî ya Amed Kaya, ji bo xwekuştin û çûyîna derveyê welat a bijîjkan, daxwaza Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê kir.

DERBARÊ XWEKUŞTINA BIJÎJKAN DE LÊKOLÎNA MECLÎSÊ HAT XWESTIN

Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, ji bo dîyarkirina tedbîrên ji bo başkirina şert û mercên xebatê yên xebatkarên tenduristîyê û pêşîgirtina li xwekuştina bijîjkan û tundîya li ser xebatkarên tenduristîyê bê girtin, daxwaza lêpirsîna Meclîsê kir.

 

Kaya di hinceta lêkolînê de wiha got: "Bi krîza aborî re, bijîjkên ku ji ber pirsgirêkên wekê bêewlehî, şert û mercên giran û ne ewle yên kar, mobbing û tundîya di tenduristîyê de xwe bêhêvî û bêbext hîs dikin, ji neçarî ya ji welat diçin ya jî xwe dikujin. Ji bo vê yekê jî ji bo tespîtkirina pirsgirêkên xebatkarên tenduristîyê û dîyarkirina tedbîrên ku divê bên girtin, pêşnîyara avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê dikim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.