NÛÇEYÊN KURDÎ

DERMANÊ KÊZIKA BÛ SEDEMA MIRINA ZAROKÊ CÎRAN

Li Konyayê ji ber dermanê kêzika zarokê cîran ê 7 salî jîyana xwe ji dest da.

DERMANÊ KÊZIKA BÛ SEDEMA MIRINA ZAROKÊ CÎRAN

Li Konyayê di malekê de dermanê kêzika ku hat bikaranîn bû sedema mirina zarokê li qata jor.

 

Welatîyên li qata ewil a xaniyekî kerpîç a du qat a li navçeya Meram a navenda Konyayê dijîn, ji bo ku ji kêzikên li malê xilas bibin, roja Duşema borî malê derman kirin, derî û paceyan jî bi bandê girtin û ji malê derketin.

 

Piştê ku bêhna dermanê ket xanîyê ku N.D. li qata duyemîn lê diman, keç û nevîyên N.D. yên ku li malê bûn ji bêhna dermanê jehrî bûn. Dema hat ferqkirin ku Ahmet Enes Temel bêliv e, rakirin nexweşxaneyê.

 

Zarokê 7 salî tevê hemû midaxaleyan li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.

 

Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.