NÛÇEYÊN KURDÎ

DESTEYA SEROKOMARÎYÊ BI ROJEVEKA TIJE DÊ BICIVE

Desteya Serokomarîyê îro wê bi mijarên rojeveka tije bicive.

DESTEYA SEROKOMARÎYÊ BI ROJEVEKA TIJE DÊ BICIVE

Desteya Serokomarîyê îro wê bi mijarên rojeveka tije bicive.

Bi serokatîya Serokomar Recep Tayîp Erdogan civîn wê li Beştepeyê were li dar xistin. Tê payîn ku xala sereke ya rojevê dê aborî be.  Her wiha tê bendêkirin ku rewşa dawîn a peymana karên şandinê ya zadan ku di navbera Tirkîyê û Ûkraynayê de li Tirkîyê hatibû îmzekirin, were nirxandin. Ji bo agirbest di nav van 2 welatan de çêbibe gavên pêwîst çi ne wê werin axaftin. Digel van yekan derbarê têkoşîna enflasyonê de gavên ku hatine avêtin wê werin nirxandin û ji bo kesên ku bi muçeyeka hindik kar dike xebat werin destpêkirin. Her wiha hurgilîyên projeya 150 hezar xanîyên civakî ku wê di 81 bajaran de werin çêkirin di rojeva wan de cih bigre. Hejmarên weqayên Covîd-19 jî di rojeva desteyê de bê axaftin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.