NÛÇEYÊN KURDÎ

DFG: HÊ JÎ ZÊDEYÊ 50 ROJNAMEVAN DI GIRTÎGEHAN DA NE

Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG) bi wesîleya '10'ê Çile Roja Rojnamevanan' daxuyanîyek da û got, "Hê jî zêdeyê 50 rojnamevan di girtîgehan de ne.

DFG: HÊ JÎ ZÊDEYÊ 50 ROJNAMEVAN DI GIRTÎGEHAN DA NE

 

 DFG'ê di daxuyanîya de wiha anî ziman, "Em bibêjin ku 10'ê Çile 'roja rojnamevanên nikarin bixebitin' tiştek ne şaş e.

Di salên 2022-2023’an de bi dehan rojnamevan hatin girtin û serbest hatin berdan. Di nav wan de hê jî kesên hatine binçavkirin hene.Rojnamevanên ku hatine cezakirin hene.

Di rojên dawî yên salê de jî rojnamevan hatin girtin. Li ser van hemû bûyeran em dibêjin ku em bi 'rastîya desthilatdarîya ku bi eşkere rojnamevanîyê qetil kirîye' re rû bi rû ne. Em di wê bawerîyê de ne ku bi dirûşmeya ‘çapemenîya azad, civaka azad’ û bi xurtkirina hevgirtinê em ê li hemberê vê zilm û zordarîyê bi ser bikevin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.