NÛÇEYÊN KURDÎ

DFG RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEVANAN A NÎSANÊ WEŞAND

Federasyona Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafan a di Nîsana 2023’an de li dijî rojnamevanan pêk hatîye eşkere kir.

DFG RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEVANAN A NÎSANÊ WEŞAND

Federasyona Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafan a di Nîsana 2023’an de li dijî rojnamevanan pêk hatîye eşkere kir.

Li gor raporê; Di meha Nîsanê de 27 rojnamevan hatin binçavkirin, heta 1’ê Gulana 2023’an 86 rojnameger hatin girtin, gihandina 88 nûçeyan û 30 naveroka medyaya civakî hatin astengkirin.

Hat dîyarkirin ku 10 rojnamevan ji bo şopandina nûçeyê hatine astengkirin. Di berdewamîya raporê de, wiha hat gotin, “Tirkîye ber bi hilbijartinên herî girîng ên dîroka xwe ve diçe; Doza zilmê ji çapemenîyê heta parastinê, ji hunerê heta sîyasetê li gelek qadan zêde bûye.

Welat; Hema bêje hewl didin wê bikin çoleke bêber ku roj bi roj azadîya raman û derbirînê, mafê wergirtina agahîyan û azadîya çapemenîyê tê de kêm dibe. Di şert û mercan de çi dibe bila bibe em ê ji parastina azadîya çapemenî û derbirînê, mafê civakê yê agahdarkirinê û ji heqîqetê xwe paş ve negirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.