NÛÇEYÊN KURDÎ

DI 17 MEHÊN DAWÎN DE 93 GIRTÎ DI HEPSAN DE JÎYANA XWE JI DEST DA

Li gorî daneyên ÎHD'ê di sala 2022'an de 78, û di 5 mehên ewil yên sala 2023'an de 15 girtîyên di girtîgehê de, jîyana xwe ji dest dane.

DI 17 MEHÊN DAWÎN DE 93 GIRTÎ DI HEPSAN DE JÎYANA XWE JI DEST DA

Li gorî daneyên ÎHD'ê di sala 2022'an de 78, û di 5 mehên ewil yên sala 2023'an de 15 girtîyên di girtîgehê de, jîyana xwe ji dest dane.

Girtîyên ji ber biryarên bi nakok ên Sazîya Tiba Edlî (ATK) ku mafê tenduristîyê negirtine, bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Gelek girtî jî, di nav şert û mercên bi guman de jîyana xwe ji dest dan e. Li gor daneyên ÎHD'ê hezar û 517 nexweş ku 651 jê giran nexweş in, hê jî di girtîgehê de ne. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, dîyar kir ku bi taybetî mafê girtîyên sîyasî yên tedbîrê, tên astengkirin.

Çîçek, anî ziman ku ji ber dereng randevûyê didi girtîyên nexweş, nexweşîyên wan pêş giran bûye û wiha got, “Ji ber vê yekê girtî, di hepsan de bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Sazîya Tiba Edlî xizmetkarîya hukûmetê dike. Girtîyên nexweş piştê ku tên asta ber mirinê dû re serbest tên berdan. Girtîgeh veguherandine malên mirinê .” Çîçek, bi bîr xist ku endamên Hîzbullah bi biryara Serokê Giştî yê AKP'ê hatine berdan û got, divê dest ji cûdaxwazîya dualî berdin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.